Baregeha Heşdî Şabî ya li Babilê hate bombekirin
Baregeha Heşdî Şabî ya li herêma Cerf Sexer a li wîlayeta Babilê hate bombekirin. 2 kesan jiyana xwe jid est dan, kesek jî birîndar bû.
Baregeha Heşdî Şabî ya li herêma Cerf Sexer a li wîlayeta Babilê hate bombekirin. 2 kesan jiyana xwe jid est dan, kesek jî birîndar bû.
Li gor medyaya Iraqê ku agahiyên wan xwe dispêrên çavkaniyên ewlehiyê, vê sibehê di encama êrişek asîmanî ya li ser baregehek Heşdî Şabî ya li devera Cerf Sexer a li Babilê de, 2 çekdar mirin û çekdarek jî birîndar bûye.
Li aliyê din jî hat ragihandin ku bi fuze û droneyan êrişî ser baregeha Victorya ya li balafirgeha Bexdayê. Têkildarî ziyanên wê ti agahî nehatine parvekirin.